Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) - ABNA - Komîteya Hevahengiya Grûpên Berxwedana Iraqê di helwêstekê de ragihand: Cewherê peywendiyên Iraq û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser esasê wekheviya du welatên serbixwe pêk nehat; Ji ber ku Waşîngton berdewam destwerdana karûbarên navxweyî yên Iraqê dike û heta diyar dike ka kîjan kesayetên siyasî dikarin postên hikûmetê werbigirin û kî têne derxistin; Her wiha li ser pîvanên îradeya Amerîkayê û di çarçoveya nêzîkatiya ku di polîtîkayên xwe yên hegemonîk de dimeşîne.
Vê komîteyê got jî: Bê şik êrîşên dagirkeran berdewam in li ser binpêkirina asmanê Îraqê; Yan bi rêya drone yan jî bi şervanên xwe. Ev tedbîr metirsiyeke cidî ye bo ser ewlekarî, aramî û yekperçetiya axa welat û êrîşeke eşkere ye bo ser serwerî û rûmeta hikûmeta Iraqê.
Komîteya hemahengiyê eşkere kir: Em di berxwedana Iraqê de tekez dikin ku Amerîka pabendî hemû sozên xwe nebûye û me ti karekî rast ji bo cîbicîkirina beşên mayî yên rêkeftina ligel hikûmeta Iraqê nedîtiye, ku tê de tekezî li ser vekişandina bi temamî ya hemû hêzên biyanî ji ax û esmanê Iraqê ye. Ev îsrara li ser windakirina demê û dûrketina ji erkên xwe me mecbûr dike ku em erkên xwe yên olî û exlaqî di wergirtina helwestên hêjayî rûmeta miletê me û mafê wî yê rewa yê bidawîkirina dagîrkeriyê de bi cih bînin; Ger israr bikin hebûna xwe bidomînin û vîna xwe li ser welat ferz bikin.
................................
Dawiya peyamê
Tags
Iraq
Waşington
Berxwedana Iraqê
Amerîka
Your Comment