Li gorî Raporê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-beyt (s.x)—ABNA— Eniya Berxwedanê ya Iraqê (Bereya Meqawemî ya Iraqê) derbarê destwerdanên Amerîka yên di nav karên Iraqê de, herwiha diyarkirina kesan ya ji bo erkên di nava hikumetê de, daxuyaniyek belav kir.
Eniya Berxwedanê ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Amerîka bi awayek eşkere destwerdanê li karûbarê navxweyî yên Iraqê dike û bi kêfa xwe kesayetên siyasî ji bo erkên di nava hikumetê de diyar dike. Hate gotin ku ev yek binpêkirinek eşkere ya li ser serweriya Iraqê ye.
Di dewamê de hate gotin; “Şêwaza peywendiyên di navbera Bexda û Waşîntonê de, ne li ser bingeha hevsengiya navbera du welatên xwedî sewerdeye. Amerîka birêya balafirên xwe seweriya Iraqê binpê dike û heya niha jî ti pêngavek ji bo vekişîna hêzên biyanî ne avêtiye. Ev jî tê wateya Waşîngton li gorî lihevkirin û sozên dane tevnagere.”
Eniya Berxwedanê ya Iraqê (Bereya Meqawemî ya Iraqê) herî dawî Amerîkayê bi tundî hişyarkir û hate gotin; “Eger Amerîka van kiryarên xwe bidomîne, emê bêdeng nemînin û wê helwesta me hebe.”
Hêjayî gotinê ye di 27’ê Çileya îsal de serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger Malikî bibe serokwezîr, wê Amerîka hemû alîkariyên ji bo Iraqê dawî bîne.
…………………..
Dawiya peyamê/
Your Comment