Li gorî rapora Ajansa Nûçeyên Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt (Silav liwanbin) – ABNA – Serokê Îsraelê Herzog: Armanc Guherandina Rojhilata Navîn e, Ne Guherandina Rêjîmê
“Îshaq Herzog”, Serokomarê Îsraelê, ragihand ku armanca operasyona leşkerî ya heyî ya li dijî Îranê ew e ku ew jê re dibêje “guherandina Rojhilata Navîn”. Lê belê, wî tekez kir ku Îsraîl naxwaze destwerdana bejayî bike.
Li gorî rapora Elcîzeze, Herzog di hevpeyivînekê de ligel kanala Amerîkî CBS îddîa kir ku Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li hember Îranê bêyî çalakiya leşkerî û êrîşê vebijarkên din neda wan.
Wî got: “Dema wê hatiye ku her kes ji Îranê re bêje: Hevalno, em westiyane û divê ev rewş bê guhertin.”
Guherandina Rêjîmê
Herzog, bersiva pirsiyareka derbarê armancên şer de, diyar kir ku guherandina rêjîmê li Tehranê ne armanca sereke ye, lê armanc ew e ku Rojhilata Navîn bi dawî anîna gefa nukleerî û rawestandina piştgiriya Îranê ji hevpeymaniyên xwe yên herêmî yên wekî Hizbullah, Hamas û tevgera Hûsiyan bê guhertin.
Wî zêde kir: “Bi her awayî, heke ev pêvajo bi guherandina rêjîmê biqede, her ku zûtir bibe, baştir e.”
Serokomarê Îsraîlê herwiha di derbarê wan endîşeyên hevpar bi Waşingtonê re axivî li ser tiştê ku wî jê re digot “plana nepenî ya nû ya Îranê ji bo bilezkirina pêşvebirina çekên nukleerî”. Wî îddîa kir ku agahî hene ku nîşan didin ku Tehran dixwaze stokên moşekên xwe yên dûr-dirêj ji du hezar moşekan zêde bike û wan bigihîne bîst hezar moşekan.
Wî got: “Dema tu dizanî ku wan hemû çavkanî û sermayeya miletê xwe ji bo afirandina aloziyê li Rojhilata Navîn xerc kirine û tu dizanî ku bernameyeke nepenî ya ji bo tevgera bilez ber bi bombeyê (nukleerî) ve hene, divê hûn tevbigerin.”
Li hember vê yekê, kanala CBS di şîroveya xwe ya li ser vê hevpeyivînê de diyar kir ku Îsraîl û Amerîka heta niha tu belge ji bo îspatkirina îddîaya xwe ya derbarê hewldana Îranê ya ji bo çêkirina çekên nukleerî nedane.
Ev kanal herwiha bîr xist ku Îran her tim tekez kiriye ku bernameya wê ya nukleerî bi tenê ji bo armancên aştiyane ye.
Bêyî Hêza Bejayî
Herzog, dema ku êrîşên hewayî yên hevbeş ketin roja xwe ya pêncemîn, tekez kir ku Îsraîl daxwaza êrîşa bejayî nake. Wî got: “Bila ez eşkere bikim, ez daxwaza hebûna hêzên bejayî nakim. Ez vê yekê ne ji Amerîkiyan û ne jî ji tu welatekî din naxwazim.”
Herwiha wî ev îddîa red kir ku Îsraîl Amerîkayê ber bi vê lêxistinê ve biriye û got: “Îsraîl tiştekî ji Serok Donald Trump re ferz nake û Amerîkayê naxe nava şer.”
Li gorî wî, biryara Trump li gorî hesabên zelal û pêvajoya biryar dayîna pîşeyî hatiye girtin.
Şerê Ku Ne Gelêrî ye
Ji aliyekî din ve, Herzog qebûl kir ku ev şer li Amerîkayê ne populeriyeke mezin e. Wî sedema vê yekê ew dît ku gel bi gelemperî tevliheviya şer fêm nakin û ew bi şerên berê re didin ber hev. Lê belê, wî ev nakokî weke şerêk bêhempa pênase kir.
Kanala CBS herwiha behsa encamên anketekê kir ku nakokiyeke berçav di navbera rêveberiya Amerîkî û raya giştî de nîşan dide. Li gorî vê anketê, 62% ji Amerîkîyan bawer dikin ku Qesra Spî armancên operasyona leşkerî ya li dijî Îranê bi awayekî zelal rave nekiriye.
Dema Operasyonê
Derbarê dema operasyona leşkerî de, Herzog got ku qelskirina kapasîteyên rejîma Îranê dem dixweze, lê wî îddîa kir ku daneyan nîşan dide ku di kapasîteyên Tehranê de qelsiyeke domdar heye.
Di bersiva pirsiyareka derbarê kesê ku dibe di pêşerojê de serkêşiya Îranê bigire, wî ji gotinê bêrêzî kir û tenê got: “Diyarkirina ku kî divê Îranê serokatiyê bike, ne karê me ye.”
…
Dawiya peyamê /
Etîket:
Îsraîl
Îran
Şerê Îran û Îsraîlê
Serokomarê Îsraîlê
Îshaq Herzog
Your Comment