Rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Beyt (s.x) – ABNA–Li gorî rapora Kordpress`ê, Serkonsolosxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê di civîneke çapemeniyê de ragihand, her cihekî ku weke baregeh û cihek ji bo komên Amerîkayê, Îsraîlî û opozîsyona Îranê were bikaranîn, dê bibe armanca êrişên Îranê.
Konsulxaneya Îranê tekez li ser wê yekê kir ku ev êrîş bi ti awayî nayê wateya dijminatiya li gel herêma Kurdistanê û amaje bi hebûna peywendiyên dîrokî û demdirêj di navbera her du aliyan de kir.
Serkonsolxaneyê herwiha eşkere kir ku di dema danûstandinên wan bi rêya Omanê re, êrîş li dijî Îranê hatine encamdan û gelek ziyan gihîştiye jêrxaneya sivîl û saziyên giştî yên welat. Ji ber vê sedemê jî Îran mafê bersivdayînê diparêze.
…….
Dawiya Peyam/
Your Comment