Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Beytê(s.x)-ABNA-Îmama Înî yê Mehabadê di xutbeyên nimêja Înî de got: Di êrîşên Emerîkî û Siyonîst de, lawên welatparêz û wêrek ên welatê me di hêzên çekdar de bi hemû hêza xwe bersiva van tawanan dan.
Mamosta Ebdulselam Îmamî destnîşanî hêza parastin û operasyonel a welat kir û got: Neteweyeke ku karîbû li hemberî du hêzên mezin ên cîhanê yên ku çekên atomê hene, zêdetirî 100 operasyonên serketî li dijî cihên wan pêk bîne, bêguman serketiya vî meydanê mezin e.
Îmama Înî yê Mehabadê herwiha piştgiriya ji eniya berxwedanê re wekî parastina rewa binav kir û diyar kir: Gelê Lubnanê jî mîna gelê Îranê berxwedan kir, ji ber vê yekê parastina Lubnanê, Yemenê, Sûriyê û Iraqê parastineke mafdar û rewa ye.
Mamosta Îmamî herwiha kiryara serokên welatên Ereb ên Kendavê bi hevkariya dijminê Emerîkî û Siyonîst şermezar kir û li hemberî hakimên welatên Ereb got: Li gorî hişyariyên Qur'anê yên li sûreta Maideyê, xwe ji danîna gelê Cihû di cihê serokatiya xwe ya siyasî de dûr bigirin, ji ber ku encama wê têkçûn û poşmanî ye.
Îmama Înî yê Mehabadê di dawiya xutbeyên nimêjê de ji bawermendan re şîret kir û got: Bi tewekkulê, bawerî û keda qenc, tûşe û rezerva axretê xwe bi bereket bikin.
…………….
Dawiya Peyamê/
Your Comment