27 February 2025 - 09:41
News ID: 1529049-
Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Şeva buhurî zêdetir ji 600 girtiyên filistînî wek heftemîn koma girtiyan li çarçova qonaxa yekem a peymana pevguhertina girtiyan di navbera berxwedêr û Rejîma Siyonîst de hatin azadkirin. Azadkirina vê hejmara girtiyên filistînî di berdêla vegerandina termên 4 girtiyên Israîlî li Xezeyê pêk hat û ev koma dawîn a pevguhertina girtiyan di çarçoveya cîbicîkirina qonaxa yekem a peymana pevguhertina girtiyan de bû.