Di hevdîtina Parêzgarê Hewlêrê û serkonsulê Komara Îslamî ya Îranê de, her du alîyan basa lidarxistina sêyemîn civîna parêzgarên parêzgehên hevsînor ên Îran û Herêma Kurdistanê kirin.

14 May 2025 - 22:59

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -EBNA Omîd Xoşnav, Parêzgarê Hewlêrê, îro Çarşemê, li Konsulxana Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, bi Feramerz Esedî serkonsulê Îranê re hevdîtin û gotûbêj kir. Di vê civînê de tekezî ser pêwîstiya berdewamiya hevkariyên parêzgehên hevsînor ên Îran û Herêma Kurdistanê wek yek ji bingehên sereke yên têkiliyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê de hat kirin.
Di beşeke din a vê hedîtinê de, tedbîrên pêwîst ji bo lidarxistina gera sêyem a civîna parêzgarên parêzgehên hevsînor di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê de, ku biryar e di demek nêz de li bajarê Sineyê were lidarxistin, ketin ber behs û nîqaşan.
Serepeyv
•    HERÊMA KURDISTANÊ
•    KOMARA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ
HEWLÊR
 

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha