AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
sêşem

28 rêbendan 2020

0:29:48
1006038

Nûnerê berê yê Ewrûpayê: Terorkirina Qasim Suleymanî cinayeta şerî bû

Nûnerê berê yê parlemana Ewrûpayê, terora li dijî Qasim Suleymanî wek cinayeta şerî bi nav kir û got: Emperayalîz bi vê hewldana xwe re li pê bû ku enîya berxwedanê tev tine bike, ne ku tenê derbeyekê li Îranê bixe.

Abna / Nûnerekî berê yê parlemana Ewrûpayê, çalakîya terorê ya li dijî Qasim Suleymanî wekî cinayeteke şer bi nav kir û got: Emperyalîzm bi vê çalakîya xwe re li dû bû ku berxwedanê tev ji holê rake, ne ku tenê derbeyekê li Îranê bide.

Nûnerê bi navê Javier Couso ku mehek berê endamtîya wî ya li parlemana Ewrûpayê bi dawî bû, diyar kir: Emperyalîzm bi şedîdkirina Qasim Suleymanî re li dûyî tinekirina berxwedanê li herêmê teva bû, ne ku tenê derbeyekê li Îranê bixe.

Cîgirê serokê komîteya têkilîyên derve yên Yekîtîya Ewrûpayê di gotbêja xwe ya ligel televizyona el-Meyadînê de eşkere kir ku terorkirina Serdar Suleymanî, cinayeteke şer a ‘elenî bû.

Couso wiha pêde çû: Tiştê rû da, êrişeke eşkere bû li dijî fermandarekî leşkerî yê fermî ku cinayetkarane hate teror kirin. Wan dizanîn ku bi binpêkirina xêzikên sor re dikarin li Îraqê vê çalekîyê pêk bînin. Wan kesekî wisa teror kirin ku di têkçûna DAÎŞê de xweyî rolekî diyar bû.

Wî bal kişand ser ku Serdar Suleymanî ji bo miletên duçarî terorîzmê ne, kesayetîyek xoşewîst e û ew yekemîn kes bû ku dema terorîzmê li Surîyê serî rakir çû hewara vî welatî.

Nûnerê parlemana Ewrûpayê bi berdewamî got: Em gihabûn ber şerekî mezin û divê em bi vê boneyê Îranê pîroz bikin ku xwe zebt kir û sebir kir û êrişeke mîlîmetrîk a ku tenê hişyarîyek bû pêk anî. Ya rast Îranê gotiye; bona derxistina dagirkerên Amerîkî ji Îraqê siyaseteke dûr û dirêj xistiye pêşîya xwe.

Couso her wiha sebaret bi Hizbullahê jî got: Hizbullah li Libnanê komeke terorîst nîne, komeke wiha jî nîne ku li derveyî welatê xwe an li derî şer çalak be. Li gorî tiştê ku zagona navneteweyî destûra wî daye, bi berxwedana rewa re mijûl e. Hizbullah ji ber ku beşekî rêveberîyê ye, alîyekî meşrû ye.