AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

26 rêbendan 2021

16:03:49
1109491

Sipasiya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji taybetmendiyên zanistî, pîşeyî û ixlasa şehîd Fexrîzade

Malbata zanyarê nasyar û bijarte yê navokî û berevaniyê yê Îranê, şehîd Muhsin Fexrîzade îro Duşemiyê digel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hevdîtin pêk anî.

ABNA24 : Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê hevdîtinê da tevî sipasiya ji taybetmendiyên zanistî û pîşeyî yên şehîd Fexrîzade û amadebûna jêhatî ya wî zanyarê payebilind di qada zanist û pratîkê da got: Payeya bilind ku Xwedê bi şehadetê da wî hêjayî, mizdê zehmet û ixlasa wî ya kêmmînak bû û ev paye û cîgeh bi tu yek ji cîgehên dinyayî ra nayê qiyaskirin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî mezinbûna navê şehîd Fexrîzade di nava gel da û mixabiniya gelek ji cewanan ji nenasbûna wî di dema jiyanê da ji taybetmendiyên din ên ixlasa wî şehîdî da zanîn.

Wî her wiha got: Hevjînên şehîdan hevparê ecr û sewaba wan in û em ji Xwedê dixwazin ku sbr û tenahiya xwe li dilên we nazil bike û bi tofîqa Xwedê hûn bikarin hereketa xwe li gorî şan û cîgeha wî şehîdî bidomînin.

Di vê hevdîtinê da, hevjîn û zarên şehîd Fexrîzade tevî sipasiya ji peyama bi dilovanî û rewşengerane ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî piştî terorkirina şehîd Fexrîzade, ronkirina tevgera fikrî ya şehîdên cîhada zanistî û mînakgirtina ji wan destnîşan kirin.

Muhsin Fexrîzade, Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniyê ya Îranê û ji zanyarên bijarte yên pîşeya navokî, roja 27ê Mijdara 2020î di êrîşa terorîstî li derdora Têhranê şehîd bû.

342/