AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

3 reşemî 2021

13:44:42
1112020

Pesinbêjên Ehlê Beytê bi Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî re bi awayê televîziyênî

Axaftina Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî di salvegera jidayikbûna Hezretqê Zahra (silavên Xwedê lê be) di nav pesinbêjên Ehlê Beytê (silava Xwedê li wan be) dê îro, Çarşemê, li ser televîzyonê were encamdan.

ABNA24 : li ser bingeha agahdariya Nivîsgeha Parastin û Belavkirina Berhemên Ayetullah Xamineyî, deb û resma salane ya vê civînê ew bû ku pesinbêjên Ehlê Beytê (silava Xwedê li wan be) li Huseyniya Îmam Xumeynî(RA) ) mewlûdxwanî û helbestxwanî dikirin, lê îsal ji ber pandemya Koronayê û pêwîstiya bicihanîna pîvanên tenduristiyê, ev bername bi bi awayê nerasterast û mecazî tê lidarxistin û hejmarek helbestvan û pesinbêjên Ehlê Beytê (SXLWB) wê ji riya pêwendiya televîziyonî derheq Hz. Fatimeya Zehra (silavên Xwedê lê be) re bigirin ) helbestan bixwînin û pesna wê hezretê bidin.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî jî piştî cihhatina van bernaman dê biaxive.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi ciyawziya bingehîn a nêrîna Îslamê û welatên rojavayî di mijara jinan da, got: Nêrîna Îslamê û Komara Îslamî li jinan, nêrîna rêzgirtin û tekrîmê ye, di halekî da ku nêrîna heyî li welatên rojavayî, nêrîna amûrî û dîtina jinê wek kelûpel e.

Hezretê Ayetullah Xamoneyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sibeha îro Çarşemiyê di civîna vîdyoyî digel komeke pesnbêjên Ehlê Beytê (S) tevî pîrozkirina jidayîkbûna Hezreta Zehrayê (S) û boneya rêzgirtina cîgeha jinan û dayîkan, her wiha salvegera Jidayîkbûna Îmam Xumeynî (S) û Dehika Pîroz a Fecrî, got: Li Îslamê jinan û mêran hi hêla nirêxn xwedayî û mirovî tu ciyawaziyek tunene, helbet di kêleka erkên hevpar da, her yek ji jin û mêran erkên taaybet jî hene û ji ber vê yekê ye ku Xwedayê mezin  avaniya wan a bedenî li gorî van erkên taybet çêkiriye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Em şanaziyê bi nêrîna Îslamê li jinan dikin û li hemberî nêrîna welatên rojavayî li jinan û şêwaza jiyanê, serdanpê em itiraz in.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi propagandaya welatên rojavayî derbarê vêya klu Îslam û Hicaba îslamî rê li ber pêşketina jinan digire, got: Ev dereweke tam e û hegera berbiçav a nerastbûna wê nêrînê, rewşa Jinan li Komara Îslamî ye.

Wî her wiha got: Li Îranê di tu qonaxeke dîrokîda heta vê astê jinên xwende û çalak di warên cûrbecûr ên civakî, çandî û hunerî, zanistî, siyasî û aborî da nebûne û ev gişt ji ber bereketa Komara Îslamî ne.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî nêrîna Îslamê li jinan çêker û amadekera zemîneyê jibo girîngbûna rola malbatê û dayîkan da zanîn û tevî pêgiriya li ser vêya ku biohêztirîn bingehên perwerdehiya fikrî û rûhî û fezaya herî rast a semîmiyetê li malbatê pêk tê, got: Rêxistinên propagandayî yên welatên rojavayî û mixabin hin kesên bin bandora welatên rojavayî li hundir hewil didin ku rola bingehîn a dayîkê li malbatê kêm an were wêdadayîn.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Hezreta Zehrayê û Hezretê Elî û zarokên wan ên hêja mînakeke pirr baş ji malbateke îslamî dan zanîn û mînakgirtina hevrêtî, hevdilî, ixlas û têkoşîna wan hêjayan dikare civata îslamî bigihîne asta herî jor.


 

342/