AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

7 reşemî 2021

13:10:19
1113120

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Şertê ku Îran vegere ser erkên xwe yên Lihevkirina Navokî, ev e ku Amerîka di pratîkê de cezayan rake

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî yê Îranê tekez kir: Îran wê demê dê vegere ser berpirsiyariyên xwe yên li gor peymana navokî ku Amerîka hemî sizayên li dijî Îranê di pratîkê de rake û ne bi devkî û ser kaxezê.

ABNA24 : Hz. Ayetullah Xameneyî, Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, vê sibê (Yekşem) di hevdîtina komek ji fermandarên Hêza Hewayî û Parastina Hewayî ya Artêşa Îranê de, beyeta dîrokî ya komek mezin a Hêza Hewayî bi Îmam Xumeynî re di 8ê Sibata 1979 de wekî yek ji surprîzên girîng û yek ji faktorên sereke di serketina Inqilaba Îslamî herwiha nîşanderê hesabên xelet yê Amerîkiyan da zanîn û got: "Pêdiviya berdewamiya lezgîniye tevgera Inqilabaê, hebûna xelkê li meydanê, kar û xebata bê rawestan, yekîtiya kelîmê, nemaze di nav karbidestan de, baweriya li soza û qirarê Xwedê teala û zêdekirina pêkhateyên hêza netewî di prtîkê de ye. "

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha bûyerên skandal û bi serşorî yên Amerîkayê û binketina Trump wekî bêrûmetbûn, têkçûna hêzê û nîzama civakî û siyasî ya Amerîkayê binav kir û bal kişand ser gotinên rayedarên Ewropî û Amerîkî derbarê Peymana Navokî û siza û boykotan û got: Amerîkî û ewropiyan ti heqeke xwe tinen ku ji me re şertan daynin, çûnku wan bi xwe erkên xwe yên li gor Lihevkirina Navokî binpê kirin û aliyê ku divê şertan dayne  Komara Îslamî ye ji ber ku pabendî erkên xwe bû.

Hz. Ayetullah Xamineyî dîyar kir: Îran wê demê dê vegere ser berpirsîyarîyên xwe ku Amerîka hemî boykotan di pratîk, ne bi gotinê û ser kaxez rake  û ev rakirina sizayan dê ji alîyê Îranê ve were piştrast kirin. Ev siyaseta diyarker û bêveger a Komara Îslamî û xala hevpar a hemî karbidestan e û kes ji vê yekê derbas nabe.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tekez kir ku hesabên çewt û xelet ên Amerîkayê derbarê Îranê berdewam dike û ew hîn jî têgihiştinek rast ji neteweya Îranî tine, Rêberê Înqilabê di dewamê de got: "Nimûneyek ji vê hesabê çewt di fitneya 1988 de bû, dema ku Serokomarê Demokrat yê Amerîkayê difikirî ku êdî kar bi dawî hatiye. "Wî bi fermî piştgirî da fitneyê.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî cezayên bêhempa yên ji bo rûxandina Îranê wekî mînakek din a hesabên çewt ên Amerîkayê binav kir û got: "Yek ji wan ehmeqan du sal berê gotibû ku em ê Çileya 2019 li Tehran cejn bigirin." Naha ew kes çûye nav zibilxana dîrokê û serokê wî jî bi serşorî ji Qesra Spî hatiye derxistin, lê Komara Îslamî ya Îranê bi saya Xwedê teala serbilind sekiniye.

Hz. Ayetullah Xamineyî herweha tevlihevî û xofa rejimên girêdayî Amerîkayê li navçê, nemaze Rejîma Siyonîstî û bêaqiliyên wan ên vê dawiyê ji tirs û xofa ji rastiya têkçûn û ketina Amerîkayê li hawîrdora navneteweyî û navxweyî ve da zanîn.

342/