AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

12 adar 2021

22:05:20
1122702

Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya Cejna pîroz a Mebiesê

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di axaftinekê bi boneya Cejna pîroz a Mebiesê du armancên dijmin di şerê nerm "Şkandina zincîra Tewasî" û "Berovajînîşandana rastiyan" da zanîn.

ABNA24 : Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê di axaftina televîziyonî ya bi boneya Cejna pîroz a Mebiesê destnîşan kir: Qutkirina tevgera Tewasî gelek xeternak e û xort wek efserên Şerê Nerm nabe ku bihêlin ev yek biqewime.

Hezretê ayetullah Xamineyî destnîşan kir: Înqilaba Îslamî bi dahênerî û wêrtekiya Îmam Xumeyniyê hêja (Re), xetê Bêiseta Pêxemberê hêja (S) vejiyand û ji ber vê yekê ketiye ber dijminatiya berdewam a şerxwazên alemê ku ku berxwedana di Sireata Musteqîm da dê van dijminatiyan pûç bike.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi dijminatiya zalimên cîhanê digel Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Roja îro jî hikûmeta Îslamî ku di propagandaya Bereya zorbêjan wek Îslama Siyasî tê binavkirin, ketiye ber her cûre êrîş û komployê, ji ber ku kariye jibo serêxwegirtina hukimdariya xwedayî, hikûmetê damezirîne û pênaseya dînî û îslamî bide gelê mezin ê Îranê.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Înqilaba Îslamî li ser şopa Bêisseta nebewî, li hemberî zilm, zorbêjî û hevriyê bindestan e, got: Bi damezirandina hikûmeta Îslamî heman bûyer û rewşa ku jibo pêxemberan qewimî, pêk hat û şerût û zorbêjên cîhanê li hemberî gelê Îranê ketin rêzê.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha bal kişande ser rêderketin û derewgotina bereya istikbarê û destnîşan kir: Wan bi derew di propagandaya xwe da digotin ku Komara Îslamî digel tevahiya cîhanê nasaz e, di halekî da ku Hikûmeta Îslamî li gorî teqeziyên Quranê, tenê li hemberî wan kesan e ku dijminatiya gelê Îranê dikin û pêwendiyeke dostane tev gelên din û welatên din ji her dîn û nijadekê heye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî berovajînîşandana rastiyan yeka din ji rêbazên dijmin di şerê nerm da zanîn û tevî amajeya bi hin nimûneyan ji derewgotinên aşkira, got: Gelê bindest ê Yemenê ev şeş sal in ku bi çiraya kesk a Ameîrkayê di bin bombebaran û dorpêçkirina aborî, xwarek û dermên ji aliyê dewleta zalim û dilkevir a siûdî da ne û dengê itiraza tu yek ji civatên navneteweyî û dewletên rojavayî yên dawaker derneketiye.

Hezretê ayetullah Xamineyî destnîşan kir: Niha ku gelê pirr feraset ê Yemenê bi çêkirina hin amûrên berevaniyê bersiva êrîşên dijmin didin, dengê nerazîtî û lomekirinê heta ji aliyê NY va bilind bûye ku ev kiryara NY pîstir ji kiryarên Amerîkayê ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî "Xwedîtiya mezintirîn ambara çekên atomî û kuştina 220 hezar kesî bi rêya bombeya atomê û di eynî demê da dijayetiya digel çekên tevkujiyê", "Piştgiriya ji dewleta Siûdî ku dijberên xwe bi Bêrrikê tîke tîke dike û di eynî demê da îdiaya alîgiriya Mafên Mirovan" û "Pêkanîn û piştgiriya ji komên têrorîst ên weke DAIŞê û danîna pere û derfetên medyayî yên modern û dabînkirina rewşê jibo firotina petrola Sûriyê bi destê wan û di eynî demê da îdiaya têkoşîna dijî Têrorîsmê" ji mînakên din ên berovajînîşandanên dewleta Amerîkayê da zanîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi kîna amerîkiyan ji hebûna Îranê li navçeyê, got: Komara Îslamî ya Îranê li her cihekî navçeyê, çi Sûriye û çi Iraqê ku çûye, jibo berevaniya ji dewleta qanûnî ya wî welatî û li ser daxwaz û razîbûna wê dewletê û bi awayê şêwirmendiyê bûye, di halekî da ku amerîkî zalimane derbasî Iraq û Sûriyê bûne û li wir baregehên leşkerî çêkirine.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Helbet Amerîka teqez divê Iraqê vala bike, ji ber ku ev yek daxwaz û qanûna iraqiyan e û ew divê zûtirkê Sûriyê jî vala bikin.

342/