AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

4 pûşper 2021

19:18:13
1147572

Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî: Komara Îslamî însîyatîfa herî girîng a Îmam Xumeynî (re) bû

Rêberê giranqedr ê inqilabê diyar kir: Millet û welatê me îro û heya paşerojek dûr hewcedarê parastina bîranîna Îmamê hêja ne.

ABNA24 : Li gorî bingeha agahdariyê ya Nivîsgeha Parastin û Belavkirina Berhemên Hz. Ayetullah Khamineyî, rêberê Înqilabê îro di axivtineke rasterast bi minasibeta 32 saliya rehleta Xêmdarê Komara Îslamî ya Îran Hz. Îmam Xumeynî (re) desnîşan kir: Î6nsiyatîfa herî girîng a Îmamê hêja, Komara Îslamî ye.

Rêberê Giranqedr ê Inqilabê tekez kir: Karê mezin ê Îmamê me yê hêja ev bû ku raman û teoriya Komara Îslamî afirand û ew xiste nav qada teoriyên cihêreng ên siyasî, dûv re gihande encamê û ser xist.

Hz. ayetullah Xamineyî her wiha got: Di nav pergalên cîhanê de ku di yek-du sedsalên paşîn de hatine damezrandin, ez tu pergalek ku bi qasî Komara Îslamî pêşbîniya hilweşîna wê kirinbin nabînim. Ji roja yekem ve, dilnexwaz û xêrnexwazên ku nekarîn avabûna pergala Îslamî tamul bikin, gotin ku ev pergal dê di du mehan de ji nav biçe.

Rêberê Giranqedr ê Inqilabê herwiha diyar kir: Ev dîtinên wan li ser gelek şoreşan û pergalên ku ji şoreşan derketine holê bûn. Van şoreşên li seranserê cîhanê xwedî destpêkek bicoş û kef bû, lê dawiya wan tal û jehrîn bûn.

Hz. ayetullah Xamineyî got: Sirra birûmet û serbilindbûna  domdar a vê pergalê ev du peyv in: Komar û Îslamî; Gel û Îslam; Komar tê wateya gel û Îslam jî tê wateya demokrasiya olî.

Rêberê Giranqedr ê Inqilabê herwiha got: Rêberê Giranqedr ê Inqilabê tekez kir: Karê mezin ê Îmamê me yê hêja ev bû ku raman û teoriya Komara Îslamî afirand û ew xiste nav qada teoriyên cihêreng ên siyasî, dûv re gihande encamê û ser xist.

Hz. ayetullah Xamineyî îro sibeyê di salvegera rehleta rûhanî ya Îmam Xumeynî (RE) de ji riya televîziyonê axiftineke girîng kir û tê de bal kişande ser tekezkirina hertimî ya îmamê rehmetî derbarê beşdariya gişt çîn û qatên gelê Îranê di hilbijartinan de û  bijartina kesek guncan wek riya çareseriya pirsgirêk û zehmetiyan da zanîn. Rêberê Înqilabê herwiha got ku serokomarê pêşerojê divê damezrandina edaleta civakî, rawestana cidî li ber gendelî û diziyan û pêşdaxistina hêla berhemanîn di nav welêt de bike karê xwe yê sereke, vêca divê ku çîn û qatên gel xwe wezîfedar bizanin ku di vê hilbijartinê de beşdarî bikin û yên din jî ji bo vî karî teşwîq bikin. 

Rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî, amaje bi destpêka serketina şoreşa Îslamî û qebareya bêhempa ya pêşbîniyên bi dû hev yên mirovên zêdexwaz li cîhanî yên derbarê hilweşiyana Komara Îslamî di du mehan, şeş mehan an jî herî zêde salekê de û got: Zehmetî û biryardariya Îmam û serkeftinên mezin ên neteweyî di şer û pirsgirêkên din de ev gotegot kêm reng kir, lê piştî rehleta Îmam Xumeynî, dijmin û xêrnexwazan cardin daxwaza xwe ya hilweşîna Komara Îslamî dubare kirin.

Hz. ayetullah Xamineyî amaje bi têkçûna tevahiya pêşbîniyên dijmin û desthilatdarî û pêşveçûn û pêşkeftina domdar a Komara Îslamî kir, û got: Sirra birûmet û serefraziya mayînde ya pergala Îmam Xumeynî, bihevrabûna du peyvên komar û Îslamî ye.

Rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî, dahênana teoriya Komara Îslamî karê mezin ê Îmam Xumeynî da zanîn û  got: Îmamê mezin ev teorî xiste nav qada teoriyên siyasî yên navneteweyî de û bi saya hêza gel û zanîna xwe ya pir kûr ew xiste pratîk û meriyetê.

Hz. ayetullah Xamineyî tekez kir ku Îmamê rehmetê du peyvên Komarî û Îslamî yanî serdestiya Îslamê û serdestiya gel wek riya çareseriya gişt pirsgirêkan da zanîn û got: Her dem ku gel hate bikar anîn û pîvanên Îslamê hatin berçavgirtin, em baş pêşda çûn û her dem ku yek ji wn ji bîr bû û nehat bikaranîn kar pêşde neçûn. 

Rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî, di dawiya axivtina xwe de babeteke pêdivî ya olî û însanî derbarê meselên pêşhatî di warê diyarnebûna jêhatîbûna hin kesên ku navê xwe wek namzedê hilbijartinan de dabûn bi bîr xist û got: Li hin kesên ku jêhatîbûna wan diyar nebû zilm û sitemek li wan hate kirin û tomet û tawanbariyên derew li wan an malbatên wan ên ku malbatên bi rûmet û pak in hatin girêdan, ku paşê îsbat bû ew raporên derbarê wan bitûm şaş û derew in.

Hz. Ayetullah Xaminêyî, behsa weşandina van bûyeran di nav gel de û di atmosfera mecazî ya bêsînor de kir û tekez kir: "Parastina rûmetê her însanekî ji mafên wan ên herî jorîn e, ji ber vê yekê daxwaziya min ji dezgeh û rayedarên berpirsiyar ew e ku bûyerên ne rast derbarê wan û malbat û zarên wan ragihînin û ziyanên wan were qerebûkirin. "

342/