ABNA24 : Piştî serdana dibistanekê ya li bajarê Tain-l'Hermitage, Serokomar Macron ji bo ku destên xwe bide hev nêzîkî girseya ku li benda wî ne bû.
Kesê ku Macron nêzikî wî bû, bi destekî bi milê Macron girt û bi destê din bi şeqamê li Macron xist.
Di dîmenan de yê ku êrişî Macron dike, jê re dibêje “Bimre Macronîzm.” Parêzvanên Macron yekser mudaxaleyî bûyerê kirin û ew kes desteserkirin.
Qesra Elysee jî bûyerê wek “hewldana şeqamê” piştras kir. Çapemeniya Fransayê ragihand ku di derbarê bûyerê de 2 kes hatine desteserkirin.
Hîn diyar nîne ku hedefa wî kesî ji lêdana Macron çi ye?
Lêqedir û qîmeta Macron di nav xelkê Fransayê ji sedî 48 gihêştiye ji sedî 38.
Fransî ji ber birêveberiya pandemya Koronayê û zêdekirina bêş û sermalê û reformên aborî ji hikûmeta Macron nerazî ne.
342/