AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

19 pûşper 2021

19:51:38
1151950

Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî: Roja Hilbijartinê roja neteweya Îranê ye

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Roja Hilbijartinê roja neteweya Îranê da zanîn û got: Îro, derhênerên meydanê û kargêrên qadê yên sereke gel e, ku bi hatina ser sandoqên dengan û dengdayînê, bi rastî peywira giştî û bingehîn a welêt a ji bo salên pêş diyar dikin.

ABNA24 : Hz. Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Saet 7 îro sibeyê ser wextê Tehranê bi beşdariya li cihê Sindoqa gerok a 110 li Huseyniya Îmam Xumeynî (RE) di Sêzdehemîn hilbijartina serokomariya Îranê, digel du hilbijartinên din yên wekî hilbijartina dewra navber a meclisa şêwra îslamî û meclîsa pisporên rêberiyê û hilbijartinên civatên îslamî yên bajar û gundan de beşdarî kir û dengê xwe xiste sindoqê.

Hz. Ayetullah Xamineyî pişt re di axivtinekê de Roja Hilbijartinê roja neteweya Îranê da zanîn û got: Îro, derhênerên meydanê û kargêrên qadê yên sereke gel e, ku bi hatina ser sandoqên dengan û dengdayînê, bi rastî peywira giştî û bingehîn a welêt a ji bo salên pêş diyar dikin, vêca îro roja gel e.

Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî herwiha got: Li gorî vê rastiyê, aqil û hişmendiya mirovî ferz dike ku her kes beşdarî vê azmûn û ceribandina mezin a neteweyî û seranserî bibe, û sedema vexwendina me ya çendbare û bi wekilandin ji gel re ku beşdarî hilbijartinan bibin ev e ku di serî de, gel ji vê beşdariyê sûd werdigire û Komara Îslamî jî di qada navneteweyî avantajên mezin bi dest têxe.

Hz. Ayetullah Xamineyî dengê tek tekê gel girîng nirxand û got: "Her kes, bila were, teşxîs bike û deng bide û kes nabêje ku ti tişt bi dengekî min bi tenê çênabe û naguhere, na wisa nîne ji ber ku ev yek deng in ku bi mîlyonan dengên netew pêk tîne."

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, behsa şîreta xwe ya hertimî kir ku di dengdanê lezê bikin û diyar kir: Hûn çiqas zû vî karî bi niyeta Xwedêtî û sewab û xêra vê wezîfeyê bikin, ewqas baş û çêtir e.

Sêzdehemîn hilbijartina serokomariya Îranê îro Înê di saet 7:00 sibê de, digel du hilbijartinên din yên wekî hilbijartina dewra navber a meclisa şêwra îslamî û meclîsa pisporên rêberiyê û hilbijartinên civatên îslamî yên bajar û gundan, li seranserê Îranê bi rê ve diçe û berdewame.

Her weha, hilbijartinên serokomariya Îranê hevdem li 101 welatan û 450 navendên dengdanê yên  derveyî Îranê bi rê ve diçin.

342/