AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

19 pûşper 2021

19:52:44
1151951

Hilbijartinên Îranê di rêza yekemîn a nûçeyên medya û çapemeniya cîhanê de ye

Hevdemê destpêkirina hilbijartina serokomariya Îranê, gelek ji medyayên sereke yên nivîskî û dîtbarî yên cîhanê, ji ber girîngiya vê bûyerê, ew xistin serdêra nûçeyên xwe.

ABNA24 : AFP, Reuters, The New York Times, The Washington Post, Le Monde, Lofigaro, Der Spiegel, Zoddeutsche Zeitung, Bild, Austrian Standard, CNN, El Pais, France 24, BBC, Piraniya çapemeniya neyaran ên bi zimanê Farisî û ... gişkan nûçeya destpêbûna hilbijartinên Îranê di serdêra nûçeyên xwe de danîne û her yekê ji wan ev bûyer bi sernavên cûda weşandine.

Kanala nûçeyan a France 24 di xulekên pêşîn ên dengdanê de beşdariya Hz. Ayetullah Xaminêyî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, li navenda wergirtina dengan şopandiye.

Kanala CNN di bernama xwe ya derbarê hilbijartina serokomariya Îranê de  bernamên namzetên serokkomariyê di vê gera hilbijartinan de şirove kiriye. Vê kanala televîzyona Amerîkî bi sazkirina tîma nûçegihanên xwe li navendê dengdanê ya li Tehranê ragihand: Beşdariya xelkê  di vê saeta sibehê de balkêş û ber bi çav e.

Piraniya medyayên biyanî di nûçe û raporên xwe yên li ser hilbijartinên Îranê de wêneyên xelkê yên îro li ser sandoqên dengan ku bi maske ne bi kar anîne.

Piraniya medyayên biyanî nûçeyên destpêkirina hilbijartinên Îranê û nûçeya beşdariya Hz.  Ayetullah Xaminêyî, Rêberê Giran ê Inqilaba Îslamî, li navenda dengdanê di xulekên pêşîn ên dengdanê de tevlî hev kirine.

Li gorî alîkarê çapemanî û ragihandinê yê Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî, 500 rojnamegerên biyanî ji 226 saziyên ragihandinê yên navneteweyî ji pênc parzemînan dê hilbijartinên Îranê dişopînin.

Sêzdehemîn hilbijartina serokomariya Îranê îro Înê di saet 7:00 sibê de, digel du hilbijartinên din yên wekî hilbijartina dewra navber a meclisa şêwra îslamî û meclîsa pisporên rêberiyê û hilbijartinên civatên îslamî yên bajar û gundan, bi rê ve diçe.

342/