AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

29 tîrmeh 2021

15:33:05
1164503

Îran di şeva çûyî û îro de bi minasibeta Eyda Xedîr Xumê li nav coş û şayîyê ye

Îrana Îslamî di şeva eyda bimbarek a Xedîr Xumê û îro pêncşemê de ku yek ji eydên mezin ên misilmanan e, tam li nav coş û şayîyê ye.

ABNA24 : Îran di şeva çûyî û îro de bi minasibeta Eyda Xedîr Xumê li nav coş û şayîyê ye

Îrana Îslamî di şeva eyda bimbarek a Xedîr Xumê û îro pêncşemê de ku yek ji eydên mezin ên misilmanan e, tam li nav coş û şayîyê ye. 

Îro pêncşemê 18`ê Zilhecê, 29`ê Tîrmehê roja eyda bimbarek a Xedîr Xumê, yek ji cejnên mezin ên misilmanan e.

Xedîr Xum navê deverekê di navbera Meke û Medînê de ye ku hezretê Muhemed (S) pêxmberê giranqedir ê Îslamê li heca dawîyê ya xwe, hezretê Îmam Elî (S) îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ``welî`` anku sergêrê piştî xwe da nasandin.

Pêxemberê ekrem (S) dema vegera ji heca herî dawîyê ya xwe, misilmanên pişkdarê hecê li devera Xedîr Xumê kom kirin û li vir hezretê Îmam Elî (S) wek wesî, bira û dewsgirê xwe ji alîyê Xwedê teala ve da nasandin.

Resûlê ekrem, Muhemedê Mustefa (S) li axavtina xwe ya girîng li Xedîr Xumê got: `` Her kesê ku ez mewlayê wî me, vêca Elî mewlayê wî ye.``

Hin dewr û qonaxên jîyana resûlê ekrem (S) girîngîyeke taybet hene ku yek ji yên herî berbiçav, bûyera Xedîr Xumê ye.

Eyda pîroz a Xedîr Xumê ku li riwayetên îslamî wek Eyd ul Ekber (eyda herî mezin) hatîye zanîn, mirov dikare bêje ku eyda herî mezin a hemî dînên ilahî ye, ji ber ku zehmet û hewldanên hemî şandîyên Xwedê, di vê rojê de digihêjin encamê.

Radyo û televîzyona kurdî ya Komara Îslamî ya Îranê jî eyda Xedîr Xumê li hemî şîeyan û misilmanên din û azadîxwazên cîhanê pîroz dike.

342/