AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

7 rezber 2021

9:33:56
1177521

Revîna girtiyên Filistînî ji girtîgehê rejîma siyonîstî û dengvedan û bertekên di vê barê de

Li Îsraîlê 6 girtiyên Filistînî di girtîgehêdê bi dehan metir tunel kolan û ji girtîgeha "Cilboayê" ya Rejîma Siyonîst reviyan û ev serketina van zîndaniyan di warê revînê bû sedema bertek û dengvedanên curbicur û bû sedema şayiya gelê filistînî bi taybet gelê Xezeyê.

ABNA24 : Li gorî ajansa fermî ya Rejîma Îsraîlê KANê 6 girtiyên Filistinê bi riya tunela ku kolane ji girtîgeha Cilboayê ya li bakurê Îsraîlê (Erdên Dagirkirî) reviyane.

Li gorî heman ajansê hezên ewlekariya Rejîma Îsraîlê ji bo girtina 6 Filistîniyan lêgerina xwe berdewam dikin.

Di nûçeyê de hat ragihandin kesên ku raviyane 5 ji wan endamên Tevgera Cîhada Îslamî nê û yek ji wan jî Endamê Tevgera Fethê ye .

Herwiha kesên ku ji girtîgehê reviyane bi dehan metre tunel kolane, girtiyên bi cezayê heta hetayê hatine cezakirin û ji heman odeya girtîgehê ne.

Li aliyê din ji bo Filistîniyên ku reviyane bên girtin, lêgerina bi alîkariya helîkopter û firokeyên bêmirov didome.

Tevgerên berxwedanê yên Fîlîstînê jî di daxuyaniyên curbicur de ev operasyon wekî xebateke "qehremanane" û serkevtineke mezin ji bo viyan û îradeya qahêm ya dîlên leheng ên Filistînî bi nav kirin û tekez kir ku bi vê serketinê, derbek mezin li saziyên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst hate xistin û derbeke xurt li artêş û tevahiya pergala rejîma dagîrker hat xistin. 

Revîna girtiyên Filistînî serokên Rejîma Siyonîst, ji wan serokwezîrê vê rejîmê Naftali Bennett, nîgeran kir û rejîm şok kir.

342/