AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
pêncşem

4 sermawez 2021

5:08:13
1195207

Kiryara hêza deryayî ya Sipahê ji bo sekinîna li dijî diziya deryayî ya keştiya şêrr a amerîkî

Bi kiryara derdem û bihêz a mêrxasên Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, operasiyona keştiya şêrr a amerîkî ji bo diziya petrolê bêencam ma.

ABNA24 : Mêrxasên Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi biryara derdem û bihêz li avên deryaya Omanê, operasiyona keştiya şêrr a Amerîkayê ji bo diziya petrolê ji keştiyeke petrolê bêencam kir.

Keştiya cengê ya amerîkî, di vê kiryarê da dest danî ser keştiyeke petrolê ku petrola Îranê ji bo firotinê dibir û bi veguheestina petrola wê bo keştiyeke din, ew şandiye aliyekî nediyar.

Hevdem mêrxasên Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi cihanîna operasiyona helîbornê li ser keştiya petrolê, dest danîn ser wê û ew ber bi avên Îranê va anîn.

Di dewamê da hêzên Amerîkayê bi bikaranîna çend helîkopter û keştiyên cengê, keştiya petrolê şopand, lê bi hatina bihêz a hêzên canlidest ên Sipahê, ser neketin.

Hêzên amerîkî careke din bi amûrên zêdetir û bikaranîna çend keştiyên şêrr hewil da ku rê li ber meşa keştiya petrolê bigirin, lê dîsa jî ser neketin.

Ev keştiya petrolê aniha li nav avên Îranê ye.

342/