ABNA24 : Rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî ya Îranê di axavtineke bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê da ku li televîzyonê bi awayê zindî hat weşandin, nîşaneyên gellekî hêvîçêker ên li pêşbûna paşerojeke cida ser xêra gelê Filistînê ji wan berfirebûna meydana berxwedanê li hemî Filistînê û li himber vê yekê lawazbûna rêjîma dagirker û piştgirê sereke yê wê yanî Amerîka rêz kirin û bûyerên salên vê dawîyê yên Filistînê bi wateya ibtalkirina hemî planên sazişa digel Rêjîma Sîyonîst zanîn û tevî bibîrxistina bereketên bêhempa yên dîyardeya berxwedanê li rojavaya Asyayê, pêgirî kir: Tenê bi hêza berxwedanê dikarin meseleyên cîhana islamê û di serê wan da meseleya Filistînê çareser bikin.
Hezretê Ayetullah Xaminêyî pêgirî ser vê rastîyê kir ku heta rêjîma dagirker û cinayetker a sîyonîst li Qudsê serdest e, divê hemî rojên salê roja Qudsê bê zanînê, dîyar kir: Qudsa şerîf dilê Filistînê ye û seranserê welatê dagirbûyî û zevtbûyî, ji deryayê heta çêm, dewama Qudsê ye.
Wî pesna berxwedan û wêrekatîya kêm-mînak a gelê Filistînê da û opêrasyona fidakarane ya ciwanên filistînî sedema pêkhatina mertaleke berevanîyê jibo Filistînê û mîzginîya siberojeke cida zanî û di amajeya ser nîşaneyên pêkhatina hevkêşîyeke nû di îro û sibeya Filistînê da got: Roja îro ``vîna nayê şikandinê`` li Filistînê û seranserê herêma rojavaya Asyayê dewsa ``artêşa têk naçe`` ya sîyonîst girtîye û artêşa cinayetker neçar maye ji rewşa êrişkirinê bikeve rewşa berevanîyê.
Hezretê Ayetullah Xaminêyî di dewama axavtina xwe da amajeyî mînakên şînber ên berfirebûna berxwedanê li seranserê Filistînê yên weke liv û tevgera li Kempa Cênînê ku sîyonîst dîn kirine, daxwaza sedî 70ê filistînîyan jibo êrişa leşkerî ser rêjîma dagirker û zevtker, pêngavên cihanî yên gelê Filistînê li bakur û başûra erdên sala 1948ê, meşên berfire li Urdin û Qudsa rojhilat, berevanîya ji dil û can a ciwanên Filistînê ji mizgevta Eqsayê û manovra leşkerî li Gezzeyê kir û pêgirî kir: Seranserê Filistînê veguherîye qada berxwedanê û gelê Filistînê ser domandina cihad û têkoşînê hevdeng bûne. Ev dîyardeyên girîng bi wateya amadebûna tam a filistînîyan jibo sekinîna himberî rêjîma dagirker e û destê rêxistinên têkoşer vekirî dihêle ta ku her dema pêwîst bizanibin, bikevin dewrê.
Hezretê Ayetullaha Xaminêyî ``ibtalkirina hemî planên sazişa digel dijminê sîyonîst`` wek peyama girîng a van bûyerana û tişta ku di salên vê dawîyê da li Filistînê qewimîye, zanî û got: Ti planeke têkildarî Filistînê bêyî yan berovajî nêrîna xwedîyê wê yanî filistînîyan nikare cih were û eva jî bi vê wateyê ye ku hemî rêkevtinameyên berî vîya yên weke Oslowê, yan plana ereban a avakirina du dewletan, an Danuistandina Serdemê, yan asayîkirina serşurane ya vê dawîyê batil û pûç bûne.
Rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî ya Îranê pêkhatina bereya berxwedanê li rojavaya Asyayê dîyardeya herî bibereket a vê herêmê zanî û got: Bi saya bereya berxwedanê bû ku beşên dagirbûyî yên Libnanê ji sîyonîstan hatin ramalîn û paqijkirinê, Iraq ji qirika Amerîkayê hat derxistin û ji belaya DAIŞê hat rizgarkirin û vê bereyê himberî planên Amerîkayê alîkarî da berevanên sûrî.
342/