AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

28 gelawêj 2022

17:37:03
1301261

Peywendiyeke telefonî di navbera Şerîf û Reîsî de derbarê rewşa lehiyê li Pakistanê

Ofîsa serokwezîrê Pakistanê diyar kir ku serokên Komara Islamî ya Îranê û komara Pakistanê li bara rewşa giran a lehiyê li Pakistanê bi telefonê bi hev re gotûbêj kirin û di dewamê de got: Ayetullah Reîsî Îslamabad dilniya kir ku Îran dê piştgirî û alîkariya vî welatê cînar bike.

Li gorî rapora şemiyê şev a IRNA`yê, Muhemed Şehbaz Şerîf li peywendiya telefonî bi Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî, serokomarê Îranê ji ber qurbaniyên lehiya Pakistanê, hevxemiya xwe bi dewlet û gelê vî welatî re diyar kir.

Di vê daxûyaniyê de hatiye: Serokwezîrê Pakistanê amaje bi giringiya peywendiyên du welatên cînar Pakistan û Îranê kir û ragihand ku Îslamabad li ser xurtkirina peywendî û hevkariyên hevpar bi Têhranê re heta ku dibe disekine.

Serokwezîrê Pakistanê hêvî xwest ku civaka navneteweyî jî beşdarî dabînkirina hewcedariyên darayî û madî yên Pakistanê bibe.

Ji ber baranên tund li navçeyên curbicur ên Pakistanê bi taybetî li eyaletên Belûçistan û Sindê, di hefteyên borî de zêdetirî 1000 kes mirine û 1000 dest malên xelkê jî wêran bûne. Tê gotin ku zêdeyî 30 milyon kes li herêmên cuda yên Pakîstanê ji ber barana bê hempa û rabûna lehiyê û felaketên din ên xwezayî ketine bin bandora wan.

Lehî duh jî li hinek deverên Pakistanê berdewam kir û hikûmeta xwecihî ya bakurê rojavayê vî welatî rewşa awarte ragihand.

342/