AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

26 rezber 2022

18:44:52
1308454

Hamas: Destdirêjiya siyonîstan ser Mizgefta Eqsayê dê agir berde navçeyê

Berpirsê Ofîsa Qudsê li Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) tevî amajeya bi destdirêjiya siyonîstan li ser Mizgefta Eqsayê, got: Ev kiryar dê agir berde navçeya Rojavayê Asyayê.

Di rojên derbasbûyî da komên siyonîst ên nijadperest di bereberê cejnên sala nû ya cihûyan da, daxwaza zêdebûna hebûna siyonîstan li Mizgefta Eqsayê kiriye.

Bajaroknişînên siyonîst sibeha Duşemiyê destdirêjiya ser Mizgefta Eqsayê kir û rastî dirûşme û berxwedana filistîniyan li qada vê mizgeftê bûn.

Harûn Nasirredîn, Berpirsê Ofîsa Qudsê li Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) got: Gelê Filistînê ti tirsek ji rejîma dagirkera Qudsê tune û Rejîma Siyonîst baş dizane ku xortên Berxwedanê ji bo berevaniya ji Mizgefta Eqsayê dê rabin ser piyan.

Nasiredîn got, Şûra Berxwedanê ji kalanê hatiye derxistin û heta ku hemî dagirkerên siyonîst neyên qewirandin, dê nekeve nav wê.

Şêx Ekreme Sebrî xetîbê Mizgefta Eqsayê û Serokê Taxima Bilind a Îslamî li Qudsa dagirbûyî jî tekez kir, Dagirkerên siyonîst Mizgefta Eqsayê kirine leşkerxane û ev kiryarên wan berovahiya hemî rêzik û qanûnan e.

Ji sibeha roja Duşemiyê va hevdem digel destpêbûna cejnên cihûyan, êrîşa bajaroknişînên siyonîst li Mizgefta Eqsayê zêdetir bûne û tevdîrên ewlehiyê yên giran li Qudsa dagirbûyî tên cîbicîkirin.

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî wek berteka li hemberî şehîdkirina Said Ednan El-Kewnî xortê filistînî bi destê leşkerên siyonîst, ragihand: Şehîdbûna filistîniyan berxwedanê ber bi dewama rûbirûbûnê va han dide.

Said Ednan El-Kewnî xortê filistînî yê 26 salî roja Yekşemiyê ji aliyê leşkerên siyonîst va li navçeya El-Tûrê ya Nablosêî şehîd bû.

Hevdem gordanên Qudsê baska leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê qala êrîşa li ser leşkerên siyonîst li Nablosê kir.

Gordanên Qudsê, Baska leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand: Têkoşerên berxwedana Filistînê ji Gordana Nablosê berbanga îro baregeha leşkerên siyonîst li navçeya Beyt Forîkê ya rojhilatê Nablosê dan ber gulleyan.

342/