AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

26 rezber 2022

18:45:13
1308455

Wezîrê berevaniyê yê Yemenê: Em ji bo têkoşîna li hemberî hemî pirsgirêkan amade ne

Wezîrê berevaniyê yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê bi gotina vêya ku hêzên çekdar ên vî welatî gihîştina astekê ku jin bo sekinîna li hemberî hemî pisgirêkan amade ne, got: Pêşeroj dê j bo Yemeneke serbixwe û bihêz be.

Serleşker Mihemed Nasir Atifî êvara Yekşemyê di peyamekê da salvegera şêstan a Serhildana 26ê Îlonê pîroz kir û got: Hêzên çekdar ên Yemenê dê destê destdirêjkeran qut bikn.

Atifî got: Cejna Serhildana 26ê Îlonê wek serhildana dayîk û yekemîn çirûska hemî serhldanên Yemenê ye û wateya wê ev e ku vîna gelê Yemenê têk naçe.

Wezîrê berevaniyê yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê di dawiyê da got: Kesên ku hêvî dikin ku dîrok bi paş da vegere, tûşî wehmê bûne û tiştê ku roja îro em dibînin, destpêkek e ji bo pêşeroja Yemeneke bihêz, yekgirtî û azad e.

342/