AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

26 rezber 2022

18:45:34
1308456

Kesekî çekdar êrîşeke mirinbar li dibistaneke Rûsiyê pêk anî

Polîsê Rûsiyê ragihand, ji ber gulereşandina li dibistaneke rojavayê vî welatî, heta niha 13 kes hatine kuştin û 20 kes birîndar bûne.

Polîsê Rûsiyê ragihand, ev gulereşandin îro li bajarê Îjvêskê (Izhvesk) yê navenda Komara Udmûrtiyayê li rojavayê Rûsiyê qewimiye.

Li gorî gotina Serokê Komara Udmûrtiyayê, kesê êrîşker di destpêkê da pasevanê vê dibistanê kuştiye û serê axir jî xwe kuştiye.

Tê gotin, kesê êrîşker kinceke reş li xwe kiribû, lê hîn pênase û armanca wî ji bo vê gulereşandina mirinbar li ser dibistanê nehatiye diyarkirin.

Polîsê Rûsiyê peydabûna leşê kesê êrîşker piştrast kiriye.

342/