AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

26 rezber 2022

18:45:56
1308457

Di hilbijartina parlimanî ya Îtalyayê da Partiya Rastgir a "Birayên Îtalyayê" bi ser ket

Li gorî encamên hilbijartina parlimanî li Îtalyayê, partiya herî rastgir a vî welatî bi rêbertiya Giorgia Meloni'yê bi ser ketiye.

Li gorî encamên hilbijartinê yên seretayî li Îtalyayê, bereya rastgiran li vî welatî bi rêberiya Partiya "Birayên Îtalyayê" û Giorgia Meloni'yê, pirraniya kursiyên parlimana vî welatî bi dest xistine da ku bi vî rengî dewleta herî rastgir li vî welatî piştî bidawîhatina Şerê Cîhanî yê Duyem pêk were.

Çaverêtî heye kuGiorgia Meloni'ya 45 salî, rêbera Partiya Birayên Îtalyayê bi zûtî bibe yekemîn serokwezîra jin a Îtalyayê. Wê di axaftina xwe ya yekem piştî dengwergirtinê da, got: Dengderên îtalyayî peyameke ron dan bereya rastgir da ku bi vî awayî dewleta din a Îtalyayê ava bikin.

Giorgia Meloni û hevpeymanên wê li dewleta nû ya Îtalyayê dê tûşî gelek pirsgirêkan ji wan zêdebûna bihayê enêrjiyê û şerê Ukraynê bên.

Rêjeya beşdariyê di hilbijartina vê dawiyê ya Îtalyayê sedî 64 bûye û sedî 10 pêka sala 2018an daketiye.

342/