AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

26 rezber 2022

18:47:21
1308458

Serokwezîrê Almanyayê: Şerê Ukraynê gelekî xeternak e

Serokwezîrê Almanyayê got ku vî welatî dil tune ku tankan bişîne Ukraynê, ji ber ku vî karî wek kiryareke "Xeternak û Giranker" di pevçûnê da dizane.

Olaf Schultz, Serokwezîrê Almanyayê di hevpeyivînekê da wek bersiva vê pirsê ku çima Almanya tevî daxwazên UKraynê yên berdewam, tankên şêrr nade vî welatî, got: Ev şer, şerekî pirr xeternak e. Em pişta Ukraynê digirin, lê vî karî bi awayekî pêk tînin ku dawiya wî nebe şerê navbera Rûsiye û NATO'yê. Ji ber ku ev yek dê karesat be.

Welatên endamê NATO'yê ti wextî bi awayê fermî ranegihandiye ku çi sînordariyan di şandina çekan bo Ukraynê da berçav digirin, lê medyayên rojavayî ragihandiye ku wan qet tankên şêrr, helîkopter, balefirên şêrr û çekên bi birra zêdetir ji 100 km nedane Ukraynê.

Di hefteyên dawî da, Almanya ji ber neşandina tank û erebeyên şêrr bo Ukraynê, ketiye ber rexneya Kiyêvê û nûnerên çend welatên endamê NATO'yê.

342/