AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

26 rezber 2022

18:47:47
1308459

Şêx Yûsif Qerzawî melayê misirî yê nasyar koça dawî kir

Medyayên erebî ragihandiye ku Şêx Yûsif Qerzawî melayê misirî yê binavûdeng di temenê 96 saliyê da koça dawî kiriye.

Şêx Yûsif Qerzawîyê 96 salî melayekî bi esl misirî û hemwelatiyê Qeterê, serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman ê berê bû.

Di twittera fermî ya Şêx Yûsif Qerzawî da jî nûçeya mirina wî hatiye piştrastkirin û hatiye ragihandin:

"Cenabê Yûsif Qerzawî ku jiyana xwe ji bo ronkirina hikmên îslamê û berevaniya ji umeta xwe derbas kir, çû ber dilovaniya Xwedê. Em ji Yezdanê dilovan dixwazin ku pileyên wî li nav payebilindan berztir bike û wî tev li Pêxember û sidîq û şehîd û salihan bike:"

Gelek alîgirên hizr û ramanên Şêx Qerzawî li welatên îslamî hene.

342/