AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

27 rezber 2022

18:36:24
1308704

Gotûbêja Emîr-Ebdullahiyan û Griffiths li ser rewşa mirovî ya gelên Yemen, Efxanistan û Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan ku li New Yorkê ye, bi Martin Griffiths kordînatorê karûbarên mirovî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) re rewşa mirovî ya gelên Yemen, Efxanistan, Sûriye û Ukraynayê gotûbêj kir.

li vê hevdîtinê, Husên Emîr-Ebdullahiyan hewlên Griffiths ji bo hêsankirina kar û baran girîng nirxand û li ser piştevaniya Îranê ji berdewamiya hewldanên mirovî yên navneteweyî bi armanca kêmkirina derd û kulên mirovî pêgirî kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Tê çaverêkirin ku Neteweyên Yekbûyî balê bikişîne ser rakirina dorpêça mirovî ya li ser gelê Yemenê û li kîleka vê yekê ji bo pêkanîna gotûbêjên siyasî yên rasteqîne ji aliyê kom û grûpên yemenî ve ji bo berdewamiya agirbesta li vî welatî bixebite.

Gotûbêja ser pêşhatên siyasî û rewşa mirovî li Efxanistan û Sûriyê yek ji mijarên din ên hevdîtina di navbera Emîr-Ebdullahiyan û Griffiths bû.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha diyar kir ku di dema ku nêzî 5 milyon koçberên Efxan li Îranê dijîn û rojane hejmareke berçav ji wan bi derbaskirina sînorên hevbeş derbasî Îranê dibin, lê ji alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî ji bo vê nifûsa mezin û bi taybetî penaberên nû, ti nûçeyek tine.

Wezîrê karên derve yê Îranê tekezî li ser pêwîstiya dabeşkirina dadperwerane ya alîkariyên mirovî di nav hemû gelê Sûriyê de kir û ji ajansên alîkariyê yên navdewletî xwest bi cidî ji bo çareseriya pirsgirêkên gelê Sûriyê bixebitin.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha behsa hewlên Îranê yên ji bo rawestandina şerê li Ukraynayê kir û tekezî li ser giringîdana bo rewşa penaberên Ukraynayê kir.

Martin Griffiths, pêşwazîkirina Îranê ji penaberên Efxanistanê re nirxand û Îran wek nimûneyeke bêhempa di qebûlkirin û alîkariya penaberan li cîhanê da zanîn.

Emîr-Ebdullahiyan bal kişand ser nebûna pereyên têra xwe ji bo dabînkirina hewcedariyên mirovî li her sê welatên navborî û diyar kir ku hin welatên alîkar tevî dayîna soz û qiraran derbarê pabendbûna bi alîkariyan, erkên xwe yên darayî cîbicî nakin.

Griffiths amaje bi axaftinên xwe yên bi rayedarên welatên ku di krîza Efxanistanê de cih digirin, kir û behsa çawaniya dayîna alîkariyên mirovî kir.

Nûnerê sekreterê giştî yê karûbarên mirovî derbarê Sûriyê hêvî xwest ku rêkeftinek mîna veguhestina genim di navbera Ukrayna û Rûsyayê de li Sûriyê ji bo veguhestina alîkariyên mirovî jî pêk were.

Wî gotûbêja siyasî ji bo berdewamiya agirbestê û pêkanîna aramiya aborî li Yemenê pêwîst zanî û balkişandina bêalî ya Îranê li qeyrana Ukraynayê nirxand.