AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

27 rezber 2022

18:36:49
1308705

Îran di nav şîna Îmam Riza (S) de

Merasîma salvegera şehadeta Îmam Riza (S) Îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê li seranserê Îranê hat lidarxistin.

Îro sêşemî 30ê Sefera sala 1444ê hicrî-qemerî, hevdemê 27ê Îlona 2022an, salvegera şehadeta Hezretê Riza (S) Îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê ye.

Hezretê Îmam Riza (S) di sala 148’ê hicrî-qemerî de li bajarê Medînê ji dayîk bûye û di roja dawiyê ya meha Sefera 203’ê hicrî-qemerî de şehîd bû.

Dewrana jiyan û îmamtiya Hezretê Îmam Riza (e.s.) serdema hezkirina xelkê ji Ehlê Beyta Îsmet û Teharetê (e.s) û berfirehkirina bingehên gelêrî yên binemala Ehlê Beytê (e.s.) bû.

Bi zêdebûna alîgirên Îmam Riza (S) û zêdebûna qedr û qîmeta Îmamê 8emîn ê şîeyên cîhanê (S) di nav xelkê de Xelîfeyê Ebbasî, Mamûn bi komployekê ew hezret jehrî kir û şehîd kir.

Xelkê Îrana Îslamî her sal di şev û roja salvegera şehadeta Îmam Riza (e.s) de bi civîna li husêniye, mizgeft û bi çûna ser mezarê paqij yê wî hezretî li Meşhedê (bakurê rojhilatê Îranê) û mezargeha pîroz a Hezreta Mesûme (s) li bajarê Qumê şîndariyê dikin.

Rêxistina Radyo û Televîzyonên Komara Îslamî ya Îranê bi helkefta hatina salroja şehadeta Îmam Riza (e.s), sersaxiyê dibêje hemû misilman û azadîxwazên cîhanê.

342/