AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

27 rezber 2022

18:37:10
1308706

Hevdîtina wezîrên derve yên Îran û Maliyê li New Yorkê

Wezîrên karên derve yên Îran û Malî li ser geşepêdana giştalî ya peywendiyan tekez kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan ku ji bo beşdariya li civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, bi wezîrên karên derve yên welatên curbicur re, ji wan bi wezîrên derve yên Swêd, Norwêc, Belçîka, Holanda, Iraq, Sûriye, Lubnan, Venezuela, Erître, Morîtanya, Uganda, Qeter, Îmarat, Urdun, Belarûs, , Komara Azerbaycanê û Ermenistanê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Di vê derbarê de û li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê duh êvarê (duşemê) bi Ebdullah Dîop wezîrê karên derve yê Maliyê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Di vê hevdîtinê de, her du aliyan kêfxweşiya xwe ya derbarê pevguhertina şandên siyasî û aborî di sala derbasbûyî de nîşan dan û tekez li ser pêşxistina hemû peywendiyan û berdewamiya şêwirên siyasî li ser mijarên hevbeş û navdewletî kirin.

Her wiha tekezî li ser şopandina rêkeftinên ku di Komîsyona Hevbeş a Hevkariya Aborî ya Berfereh de bi rêya peywendiya di navbera beşên taybet û pevguhertina şandeyên teknîkî de hate kirin.

342/