AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

27 rezber 2022

18:37:34
1308707

Mîqdad: Tirkiye guhertina demografî li Sûriye dike û avê ser sivîlan qut dike

Li rûniştina Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, Wezîrê Derve yê Sûriyê daxwaz ji hêzên biyanî kir ku divê welatê wî bicîh bihêlin. Her wiha Mîqdad ji ber kiryarên Tirkiyên li Sûriyê rexne lê girt û got “Tirkiye guhertina demografî li Sûriye dike û avê ser sivîlan qut dike.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad got “Her hebûneke biyanî li ser axa Sûriye binpêkirina qanûnên navdewketî ye, divê ev hebûn bê merc bidawî bibe, herwiha şerê terorê jî bi hemû awayên xwe li Sûriye divê bi hevahengî û alîkariya dewleta Sûriyê bibe, li gel rêzgertina serwerî û yekîtiya axa welat be.

Miqdad herwiha got: Şerê terorê bi rêya hevpeymaniyeke navdewletî, ya ne rewa ku serweriya welatan binpê dike, nayê kirin. Ev şerê ku bajar û gundewaran wêran dike û sivîlan dikuje û derbider dike, herwiha samanên xwezayî yên Sûriye bi piştîvaniya çekdarên cudaxwaz tên dizîn, ne şerê li dij terorî ye.”

Di beşekî din a gotara xwe de Mîqdad, Tirkiye bi welatekî dagîrkerê axa Sûriye binav kir û got: Tirkiye li Sûriyê guhertina demografî dike û avê ser sivîlan qut dike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha got: “Li aliykî din welatekî din (Tirkiye) axa welatê me dagîr dike û xelkê sivîl ji warên xwe bi darê zorê der têxe û dest bi siyaseta guhertina demografî dike û navê navçeya aram lê dike û li nav jî piştîvaniya grûpên terorîst dike û ev dewleta dagîrker avê li se sivîlan qut dike.”

Miqdad hişyarî da Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê jî ku divê pişta xwe bi Amerîkayê ve girê nedin û nekevin xewn û xeyalan.

Wezîrê Derve yê Sûriyê diyar kir “Ew mîlîşyayên cudaxwaz ku di bin bandora xeyalana de dijîn ew xeyalên ku dagîrker ji wan re berhev kirine, em ji wan re dibêjin, divê hûn li xwe vegerin û pişta xwe bi dagîrê biyanî ve girêmedin, lewra kesê li pişta welatê xwe raneweste ti welatek jê re nîne.”

Herwiha Şandiyê navdewletî yê taybet bi Sûriyê Gier Pedersen li nav avahiya Neteweyên Yekbûyî, li gel wezîrên derve yên her sê welatên garantor( Rûsya, Tirkiye, Îran) bo dosyeya Sûriyê civiya û ragihand, Ti aliyek nikare wek xwe krîza Sûriyê bidawî bike. Pedersen tekez kir , krîza Sûriyê , tenê bi rêya cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254ê xwestekên gelê Sûriyê tên pêkanîn.

342/