AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

27 rezber 2022

18:38:41
1308710

Çarçoveya hemahengiya Iraqê pêşwaziya beşdariya hemû aliyan bo diyaloga niştimanî dike

Çarçoveya hemahengiya grûpên şîe yên Iraqê pêşwaziya beşdariya hemû aliyên niştimanî yên Iraqê bi taybet Tevgera Sedir di diyalog û pêkanîna hikûmetê û birêvebirina welat de kir.

Li gorî medyaya Iraqê, çarçoweya hemahengiya grûpên şîe îro Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihand, ku eger hikûmet bi hemû desthilata xwe amadekariyên hilbijartinan bike, bûdceya hikûmeta navendî pesend bike û guhertinan di yasaya hilbijartinê de pêk bîne û komîteya bilind a serbixwe ya Iraqê ava bike, lidarxistina hilbijartinên parlemanê pêkan e.

Çarçoveya hemahengiya komên Şîe herwiha daxwaz ji aliyên Kurdistanî kir ku di zûtirîn dem de namzedê xwe bo postê serokomariyê diyar bike.

Çarçoweya hevahengiyê bi diyarkirina piştgirîya xwe ji bilezkirina proseya pêkanîna hikûmetê bi saya îradeya niştimanî ya serbixwe ragihand ku li dijî her fişar û destêwerdana her welatekî biyanî di pêkanîna hikûmeta dahatû ya Iraqê ye.

Desteya serokatiya Parlemana Iraqê roja Duşemê di daxuyaniyekê de ragihand, ku dê roja Çarşemê di rûniştina parlemanê de ku dê piştî demeke dirêj were lidarxistin, deng li ser destjikarkişandina Helbûsî were dayîn û cîgirê yekem yê serokê parlemantê jî dê bê hilbijartin.

“Mihemed Helbûsî” serokê parlemana Îraqê duh duşemê dest ji serokatîyaparlemanê berda û got: “Ez endamên parlemanê mafdar dizanim ku nêrîna xwe derbarê serokê pêşerojê yê parlemana Îraqê dîyar bikin. Divê parleman vegere rewşa xwe ya asayî.”

342/