Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê li navçeya Mezitlî ya Mêrsînê hin kes ji otomobîlekê dadikevin û piştî nêzîkî mala polîsan dibin, bi çekên lûle dirêj gulle li polîsan reşandine û polîsan jî bersiva êrişê daye.
Li gor medyaya Tirkiyê di êrîşê de 2 polîs jî birîndar bûn û agir bi otomobîla gumanbaran ket.
Piştê bûyerê tîmên polîs, tenduristiyê û agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Hêzên ewlekariya Tirkiyê, ji bo desteserkirina kesên ku êriş encam dane, dest bi xabetên xwe kirin.
342/