Li gorî rapora malpera nûçeyan ya Filistînê "Şehab", berî ku koma ewil a siyonîstên bajarokan derbasî hewşên Mescîd El-Eqsayê bibin, hejmareke zêde ji hêzên leşkerî yên Rejîma dagirker li cihên cuda yên hewşa Mescîd El-Eqsayê bi cih bûbûn ji bo ku ewlekariya niştecihên bajarokan ku hin ji wan cil û bergên kahînên cihû li xwe kiribûn, dabîn bikin.
Ji aliyê din ve bi dehan jin û mêrên filistînî ku bi navê “Murabetîn” û “Murabetat” (Parêzvanên Mescîd El-Eqsayê) tên nasîn, ji nimêja sibê ve li Mizgefta Eqsayê amade ne û bi qirîna "Tekbîrê" li ser mafê xwe yê parastina qibleya ewil a Mislimanan li hember cihûkirina Qudsê tekez dikin.
Hejmarek zêde ji xortên filistînî jî li mizgevta “El-Qubelî” rûniştine û bi avêtina siloganan tirsê têxin dilê şêniyên bajarokên siyonîstî û polîsên dagîrker.
Ji aliyeke din ve hejmarek ji leşkerên siyonîst li ser mizgeftên ber bi Mizgefta El-Qubelî bi cih bûne û firokeyên bêfirokevan ên siyonîst jî li esmanê Mescîda Eqsayê difirin.
Îro danê sibê polîsên Rejîma Siyonîstî bi mebesta rêgirtina ji hebûna zêdetir ji filistîniyan li hewşên Mescîda Eqsayê û parastina canê siyonîstan, rê li ber ketina nimêjkerên di bin 40 saliyê de girtin û hejmarek ji Komên Filistînî yên ciwan ku hewl dan bikevin Mescîda Eqsayê tepeser kirin.
Eva li halekê ye ku gurûp û hêzên berxwedanê yên filistînî û çalakvanên medenî yên filistînî, li rojên derbasbûyî bi pêşbîniya êrişa siyonîstan ser Mescîda Eqsayê, daxwaza hebûna herî zêde li hewşên Qudsê û rûbirûbûna li hember cihûkirina vê cihê pîroz kirin.
342/