AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

24 kewçêr 2022

20:42:44
1316871

Sûdanî: Şêwirîna bi fraksiyon û berendamên wan ji bo wezaretxaneyan ra didome

Serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê ragihand ku şêwirîn û axaftina bi fraksiyon û berendamên wan ji bo wezaretxaneyan ra didome

Ofîsa Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê erkdarkirî ji bo damezirandina dewleta Iraqê ya nû roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê li ser dewama şêwirînan digel fraksiyonên siyasî yên beşdar di dewleta nû da û hevpeyvîna digel berendamên wan ji bo cîgehên wezaretê di dewleta hevpeymaniyê ya nû da tekez kir.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Muhemed Şiya' Sûdanî, axaftina digel berendamên cîgehên wezaretê bi rêya komîteyeke pisporî ya pêkhatî ji komeke şêwirmendan bi serokatiya serokwezîr pêk tê.

Ofîsa serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê ragihand; Berendamên ku ji bo cîgehên wezaretê bên bijartin, piştî hevpeyîvîn û piştrastbûn ji rewşa wan ji hêla hiqûqî û diyarkirina demê ji bo civîna dayîna dengê bawerriyê bo kabîneyê dê bi awayê fermî were ragihandin.

Li gorî nûçeyeke din, taxima Yekîtiya Ewropayê li Bexdayê roja Yekşemiyê digel Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê erkdarkirî ji bo damezirandina dewleta Iraqê ya nû civiya û derbarê alûgoirên herî dawî yên vî welatî pê ra şêwirî. 

Muhemed Şiya' Sûdanî roja Yekşemiyê mazûvanê Fîliye Wariyola balyozê Yekîtiya Ewropayê li Bexdayê û Andiriyas Vîbarî serokê taxima şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê li vî welatî bû.

Sûdanî di vê hevdîtinê da got ku ev di serî da hewil dide dewleteke bihêz bi awayê bilez ere damezirandin da ku dijî bêkarbûn, belengazî û gendeliyê tê bikoşe.

Di vê hevdîtinê da her wiha xurtkirina peywendiyên navbera Iraqê û Yekîtiya Ewropayê bi armanca pêkhatina raman û berjwendiyên Iraqê û welatên ewropî hat vekolandin.

342/