AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

26 kewçêr 2022

18:34:48
1317543

Reîsî: Pêvajoya derhatina cîhana pirpolar nayê rawestandin

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Derhatina cîhana piralî nayê rawestandin.

Seyd Îbrahîm Reîsî li 18emîn Civata Giştî ya Rêxistina Ajansên Nûçeyan ên Asya-Pasîfîkê (OANA) li Tehranê li gotûbêja bi Spûtnîkê ra bal kişand ser rola bi xisar a Amerîkayê li cîhanê û îşaret bi derhatina cîhana pirpolar kir.

Seyd Îbrahîm Reîsî, serokomarê Îranê li gotûbêja digel ajansa nûçeyan a Spûtnîkê got: Tenê welatên rojavayî li dijî pêkhatina cîhaneke pirpolar in û vê yekê didomînin, herçend ev pêvajo nayê rawestandin.

Reîsî her wiha got: Li derveyî cîhana rojava gelek navendên hêzê hene, ev cîhan dê bi rêka rêxistinên navçeyî, yên wek Rêxistina Hevkariya Şanghayê pêk were.

Serokomarê Îranê amaje bi xurtkirina hevkariyên bi Rûsiyê kir û got: Em geşepêdana peywendiyan bi Rûsiyê re cidî dibînin û Îran dê li ser piştgîriya ji miletên pêbendê azadiyê  bisekine.

Reîsî her wiha amaje bi vê yekê jî kir, ku plana Amerîkayê bi sepandina sizayan li ser welatan têk çûye, çawa ku Amerîka niha pê hesiyaye ku siza nema kar dike, lewma dest bi bikaranîna rêbazên din kirin.

Serokomarê Îranê wiha got: Terorîzma sîber niha zirara sereke ye.

Reîsî herwiha anî ziman ku Amerîka alozî û serhildanên Îranê organîze kir, lê di vê derbarê de xeletî kir.

342/