AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

29 kewçêr 2022

20:52:51
1318539

Emîr-Ebdullahiyan: Kîev, nekeve bin bandora hin siyasetmedarên tundrew ên ewropî

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan li peywendiyeke telefonî ligel Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dîmîtri Kolba, tevî redkirina îdiayên derbarê bikaranîna bakafirên bêpîlot ên Îranê di şerê li Ukraynayê de, şîret li wî welatî kir ku nekeve bin bandora hin siyasetmedarên tundrew ên ewropî.

di vê hevdîtinê de, li ser pêşhatên dawî yên têkildarî qeyrana Ukraynayê û mijarên dualî gotûbêj hatin kirin.

Emîr Ebdullahiyan derbarê îdiayên ser bikaranîna bakafirên bêpîlot ên Îranê di şerê li Ukraynayê de, tevî redkirina bi tundî ya vê îdiayê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê heyama 8 salan şerekî sepandî derbas kiriye û ji ber wê jî li dijî şerê Ukrayna, Yemenê û yên din e.

Wî bal kişande ser wê yekê ku: Pêwendiyên me bi Rûsyayê re baş in û di dema borî de me bi hev re hevkariyên berevaniyê jî hebûn, lê siyaseta me li hember şerê li Ukraynayê rêzgirtina ji yekparçetiya axa welatan e, ne şandina çekan ji bo aliyên nakok, rawestandina şer û bidawîkirina şer. koçkirina mirovan.

Emîr-Ebdullahiyan got: Siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi temamî zelal û li ser yek pîvan û dijberiya şer hatiye avakirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê pêgirî kir: Têhran amade ye bêyî hewcedarî bi navbeynkarîyekê, hevdîtinên teknîkî bi amadebûna pisporên leşkerî di navbera her du welatan de pêk bîne.

Di vê pêwendiya telefonî de, Dîmîtrî Kolba wezîrê karên derve yê Ukraynayê, tevî pêzanînên xwe ji helwêstên Komara Îslamî ya Îranê li ser neşandina çekan bo bikar anîna li şerê dijî Ukraynayê, gotûbêja şanda teknîkî leşkerî ya du welatan girîng nirxand.

342/