AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

13 sermawez 2022

16:31:21
1322872

Reîsî di hevpeyvîna xwe û Pûtîn de: Pêşwaziya daxwaza Rûsyayê ya ji bo xurtkirina hevkariya aborî kir

Serokê Komara Islamî ya Îranê di hevpeyvîna xwe ya telefonî bi serokomarê Rûsyayê re pêşwaziya xwesteka wî ji bo xurtkirina hevkarîyên aborî yên Îran û Rûsyayê kir û berfirekirina peywendiyên binesazîyê ji wan pêşvebirina hêlên veguhestinê li navça Ewrasyayê, sebeba xurtbûna peywendiyên ticarî û hevkariyên aborî li navçê da zanîn.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, Seyd Îbrahîm Reîsî êvariya şemiyê li bersiva pêwendiya telefonî ya Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsyayê, ji xwesteka Rûsiyê ji bo xurtkirina hevkariyên aborî bi Komara Islamî ya Îranê re pêşwazî kir û berfirekirina peywendiyên binesaziyê yên du welatan, ji wan pêşvebirin û berfirekirina hêlên veguhestinê li devera Ewrasyayê sedema geşbûna peywendiyên bazirganî û hevkariyên aborî li herêmê da zanîn.

Reîsî amaje bi zêdekirina danûstendinên dîplomatîk û aborî yên di navbera her du welatan de kir û şêwirên siyasî û aborî ji bo baştirkirina asta peywendiyan û bihêzkirina hevkariyên du welatan giring zanî.

Di vê pêwendiya telefonî de, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, balkişande  ser pêgeha taybet a erdnîgariya Îranê, Korîdora Bakur-Başûr di kêmkirina dem û lêçûnên veguhestina kelûpelan de bi bandor nirxand û got: Ev riya derbasbûnê dê bibe riyeke balkêş ji bo aboriyê û bazirganiya li cîhanê.

Pûtîn her wiha îşare bi serdana şanda 100 kesî ya bazirganiyê ya Rûsiyê bo Têhranê wekî sêyemîn heyeta mezin a aboriya Rûsiyê bo Îranê kir û got: Îran û Rûsiya ji bo berfirehkirina peywendiyên bi hev re gelek şiyan û zirûfên xwe hene.

Serokomarê Rûsiyê amaje bi bûyera terorîstî ya Şîrazê jî kir û careke din hevxemiya xwe bi hikûmet û gelê Îranê re nîşan da û terorîzm bi her şêweyî şermezar kir.

Zêdebûna peywendiyên Îran û Rûsyayê, welatên rojavayê bi taybetî Amerîka nîgeran kiriye.

342/