AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

16 sermawez 2022

18:34:11
1323804

Wezîrên karên derve yên Îran û Pakistanê pêşhatên herî dawîn ên navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin

Wezîrên karên derve yên Îran û Pakistanê li ser pêşhatên dawî û peywendiyên dualî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Karûbarên Berdevkiyê ya Wezareta Karên Derve, “Husên Emîr-Ebdullahiyan” Wezîrê Karên Derve yê Îranê, ji helwesta Pakistanê ya li babeta şermezarkirina kiryara terorîstî ya DAIŞ`ê li mezargeha Hz. Şahçirax (e.s) li Şîrazê qedirzanî kir û dîsa xemgînî û hevxemiya xwe li hember bûyera lehiya vê dawiyê li Pakistanê derbirî û li ser amadetiya Komara Îslamî ya Îranê ji bo piştevanîkirina dewlet û gelê rêzdar ên Pakistanê ji bo kêmkirina êş û azarên wan tekez kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê kêfxweşiya xwe ji berfirebûna peywendiyên dualî yên Têhran û Îslamabadê diyar kir û  li ser hevkariyên zêdetir li karûbarên Efxanistanê û bi taybetî alîkariya ji bo çareserkirina kêşeya penaberên efxan pêgirî kir.

Bilawel Bhuto Zerdarî wezîrê karên derve yê Pakistanê jî behsa peywendiyên dîrokî û dostane yên Îran û Pakistanê li warên curbicur kir û li ser berfirehkirina hevkariyên her du welatan li warên dualî, navçeyî û navneteweyî pêgîrî kir.

Wezîrê karên derve yê Pakistanê herwiha diyar kir ku hikûmeta wan li dij bikaranîna tundûtûjî û kiryarên terorîstî wek amûrên nîşandana nerazîbûnê ye.

Peywendiyên Îran û Pakistanê ji dema serxwebûna Pakistanê hatin damezrandin û heya vê demê berdewamdikin û di van salên dawî de peywendiyên Tehran û Îslamabadê di warên curbicur de geş û berfire bûne.

342/