AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

16 sermawez 2022

18:38:52
1323807

Rûsyayê ji nû ve destpêkirina danûstandinên bi Ukraynayê re li ser peymana hinartina genim piştrast kir

Şanda Rûsyayê ya li Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku danûstandinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de derbarê dirêjkirina peymana hinartina genim didomin.

Dmitry Polyansky, cîgirê yekem ê nûnerê hertimî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî şeva Sêşema borî di hevpeyvîna nûçegihanê Sputnikê de danûstandinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de li ser dirêjkirina peymana hinartina genim, berî bidawîbûna wê di 19ê Mijdarê de, piştrast kir û diyar kir ku her du alî li ser hinartina amonyaka Rusyayê ji riya axa Ukraynayê jî danûstandinê dikin. 

Dîmîtrî Polyanskî herwiha got, heta niha biryara dawî li ser dirêjkirina rêkeftina hinartina genim û hinartina amonyaka Rûsyayê ji riya axa Ukraynayê nehatiye dayîn.

Rûsya û Ukraynayê di 22ê Tîrmehê de peymanên bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyê îmze kiribûn da ku hinardekirina bi ewle ya genim û pehêna kîmyawî ji sê benderên Ukraynayê bi riya Deryaya Reş misoger bikin.

342/