4 roket ji bakûrê Sûriyê li navçeya Qerqemîşê ya parêzgeha Xazî Entaba başûrê Tirkiyê ketine.
Li gorî vê raporê, ev roket li navçeyeke bêyî niştecihan li Qerqemîşê (Karkarmîş) ketine û ti xisarek çê nekirine.
Tê gotin, ev êrîş ji aliyê hêzên kurd ên li bakûrê Sûriyê va pêk hatiye.
Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyê berbanga Yekşemiyê doreke nû ya êrîşên li ser mîlîtanên kurd li bakûrê Sûriye û Iraqê dest pê kir.
342/