Bloombergê nivîsî: Erdoxan ji bo sûdwergirtina ji kurdan carinan timapêdan û carinan jî serkutkirina wan bi kar tîne. Wer xuya dike ku niha ku şeş meh heta dema hilbijatina serokomartiyê li Tirkiyê maye, li dû wergirtina piştevaniya kurdan e.
Tevî vêya hewildanên Erdoxan ji bo razîkirina kurdan rê li ber serkutkirina kurdên Tirkiyê nagire û Erdoxan piştî terxankirina balefirê ji bo Selahedîn Demîrtaş, şeva derbasbûyî bi dehan balefirên amerîkî rakirin da ku hevpeymanên kurd ên Waşîngtonê li bakûrê rojavayê Sûriyê bike armanc.
Tirkiye di halekî da li dû wergirtina piştevaniya rêber û siyasetvanên kurd e ku ji sala 2015an va her amûrek ji bo serkutkirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi kar aniye.
342/