AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

21 sermawez 2022

20:09:52
1325226

Grossi hebûna bernameya navokî ya leşkerî li Îranê red kir

Rêveberê gişt ê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) îdiaya hebûna bernameya navokî ya leşkerî li Îranê red kir.

Rafael Grossi Rêveberê gişt ê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di hevpeyîvînekê da got ku ti zanyariyek di warê hebûna bernameya navokî ya leşkerî li Îranê li ber destê vê saziya çavdêriyê tune.

Wî got: Ajans li vê yekê nafikire ku, hîn dema wê gihîştibe ku mukir bê ku Îranê hêzeke navokî ye.

Gotinên Rêveberê gişt ê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di halekî da hatin hilêxistin ku biryarnameya pêşniyazkirî ya Amerîka û sê welatên ewropî (Inglîz, Almanya û Fransa) ku di dewama siyaseta zexta herî pirr û tawanbarkirina Komara Îslamî ya Îranê derbarê mijarên îdiakirî yên di warê lêgerîn û çavdêriyê (Padimanî) da hat raberkirin, roja Pêncşemya bihurî ji aliyê Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê va hat piştrastkirin.

Di vê biryarnameyê da ku rastî dijayetiya Çîn û Rûsiyê hat da, amadekerên wê tevî dubarekirina îdiayên sexte derbarê keşfkirina madeyên navokî li sê cihên ranegihandî li Îranê, daxwaza hevkariya Îranê digel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê kiriye.

342/