AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

21 sermawez 2022

20:10:40
1325228

Rûsiye: Ukraynê hêzgeha navokî ya Zaporîjiyayê da ber bombeyan

Rûsiyê Ukrayn tawanbar kir ku hêzgeha navokî ya Zaporîjiyayê bombebaran kiriye.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê bi daxuyaniyekê ragihand, di rojên Şemî û Yekşemiyê da hêzên ukraynî zêdetirî bîst caran Hêzgeha navokî ya Zaporîjiyayê (Zaporizhzhia) bi topên kalîbreya bilind dane ber êrîşê.

Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê, Kiyêv kiryarên xwe yên tehrîkker bi armanca pêkanîna xetera karesatê li Hêzgeha Navokî ya Zaporîjiyayê didomîne.

Di vî halî da Rafaêl Grûsî Rêveberê gişt ê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê jî di hevpeyîvîna digel kanala BFMTV'ya Fransayê da got: Di heyama vê hefteyê da Hêzgeha navokî ya Zaporîjiyayê 12 caran hatiye bombebarankirin.

Hevdem Koşka Kremlînê tevî diyarkirina nîgeraniya xwe derbarê gullebarana berdewam li ser Hêzgeha Navokî ya Zaporîjiyayê li Ukraynê ji hêzxurtên cîhanê xwest ku ji Ukraynê bixwazin da ku êrîşên li ser hêzgeha navokî ya herî mezin li Ewropayê rawestîne.

Dmitry Peskov berdevkê Kremlînê got: Em ji gişt welatan dixwazin ku bandora xwe bi kar bînin da ku hêzên çekdar ên Ukraynê van êrîşan rawestînin.

Zaporîjiya hêzgeha navokî ya herî mezin li Ewropayê ye û kedkarên ukraynî çalakiya xwe li vê hêzgehê didomînin.

Ji aliyê din va, Serokê Ajansa Sûcên Neteweyî ya Brîtanyayê hişyarî da, çekên şandî yên welatên rojavayî ji bo Ukraynê di şerê dijî Rûsiyê da dibe ku bo komên çete an jî terorîstên li Brîtanyayê bên firotin.

Moskoyê berawird kiriye ku her meh bi qasî 1 miliyar dolarî çek ji Ukraynê derdikevin.

Mariya Zaxarovaya berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê vê dawiyê got: Çekên ku bo derveyî Rûsiyê tên veguhestin, dikevin destê terorîstan û komên çete li Rojavayê Asyayê, Afrîqa û Asyaya Başûrê Rojhilat.

342/