Mezlûm Kobanî di hevpeyvîna digel Kanala Frans24ê da got: Amerîkayê herîkêm divîya helwesteke qahîm himberî êrişa ser sivîlên kurd ên Sûrîyê nîşan bida.
Serfermandarê HSD herwiha got: Divê Amerîka û Ûrsêt pabendê sozên xwe himberî deverên di bin kontrola kurdên Sûrîyê da bin û nehêlin ku Tirkîye operasyoneke din dijî kurdên Sûrîyê li dar bixe.
Serfermandarê HSD ``avakirina devera ewleh bi kûratîya 30 kîlomêtran li bakur-rojhilata Sûrîyê`` wek armanca Tirkîyê ji wan êrişan da zanî.
Mezlûm Kobanî dîyar kir ku ti têkilîya kurdên Sûrîyê bi teqîna li Istenbolê ra tineye û got: Tirkîye bi dû hecetekê ji bo êrişa ser bakur-rojhilata Sûrîyê digere lewma wê teqînê bi kurdan va girêdide.
342/