Xelata ``baştirîn plana veguhestina teknolojîyê`` ya welatên misilman ên di halê pêşketinê da nasyar bi Koma D8ê li şarê Enqerê bi awayekî hevpar pêşkêşî şirketa zanistbingeh a îranî ya çêkera maşîn û alavan a Valyaf Nano û şirketeke malêzîyayî hat kirin.
Mîlad Serdxanlû Serokê navenda Pêşxistina Teknolojîyê ya Îranê amajeyî damezirandina şebekeya veguhestina teknolojîyê bi armanca pêşxistin û berfirekirina hevkarîyên welatên endamê D8ê di warê teknolojîyê da kir û got: Nivîsgeha wê şebekeyê li Parka Teknolojî ya Perdîs a Îranê hatîye vekirinê û erka wê jî berhevkirin û hilkolandina plan û projên teknolojîyê yên welatên misilman e.
Hesen Mandal Serokê Rêxistina Zanist û Teknolojîyê ya Tirkîyê jî got ku pêşketina plan û projên teknolojîk ên welatên misilman ên di halê pêşketinê da berbiçav e.
Wî hêvî kir ku plan û projên ku welatên misilman ên di halê pêşketinê di warê teknolojîyê da raber dikin, zêde bibin.
342/