Di vê daxûyanîya hevpar da ku duh êvarê hat weşandin, wiha hatîye: Em dê hela jî rawêjkarîya digel şirîkên xwe yên navnetewî derbara baştirîn şêweya şopandina tundbûna bernama navokî ya Îranê da bidomînin. Dilnigeranbûna Tiroyîka Ewrûpayê di halekî da ye ku Berdevkê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê şeva buhurî got: Rafaêl Girosî Ser-rêvebirê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî di dawîn rapora xwe da bo welatên endamê Konseya Hikimdarên Ajansê têkildarî cihanîna sozên navokî yên Îranê di çarçova rêkevtinama atomî da ragihand ku Îranê bi saya santrîfîyûjên IR6ê li navenda navokî ya Fordoyê dest bi berhemanîna oranîyoma edî 60 zengînkirî kirîye û hela jî di halê plandarêjîya ji bo pêşxistina berbiçav a berhemanîna oranîyoma sedî 5 an sedî 20 zengînkirî li Fordoyê ye.
342/