Husên Emîr-Ebdullahiyan û Şêx Ebdullah Bin Zayîd Alê Nehyan wezîrên derve yên Îran û Imaratê derbarê derfetên hevkariya navbera Îran û Imaratê ji bo berjwendiyên hevpar şêwirîn û rêyên xurtkirina peywendiyên dualî dan ber venihêrînê.
Alê Nehyan di vê axaftinê da tekezî li ser xurtkirina xebata hevpar û hevkariya navçeyî û navneteweyî ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li navçeyê kir.
Wî her wiha tekezî li ser hewildanên dîplomatîk ji bo "Misogerkirina serweriya welatan û piştevaniya ji qanûnên navneteweyî û rêziknameya NY" kir.
342/