AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

24 sermawez 2022

21:21:26
1325973

Heftemîn civîna parlimana Libnanê ji bo bijartina serokoamrê bê encam ma

Heftemîn civîna parlimana Libnanê ji bo bijartina serokomarê jî negihîşte ti encamekê.

Civîna şeşem a parlimanê jî roja 17ê Mijdarê hatibû lidarxistin.

Li gorî nûçeya Ajansa El-Neşreyê, civîna îro Pêncşemiyê jî bêyî ti encamekê bi dawî bû û Nebîh Birrî serokê Parlimana Libnanê Pêncşemiya 1ê Kanûna 2022an wek tarîxa civîna heştem diyar kir.

Hin aliyên siyasî hegera sereke ya serneketina parlimana Libnanê di bijartina serokomarê nû da bi astengîderxistina Partiya Qowatê bi serokatiya Semîr Ce'ce' va girêdidin.

 342/