AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

14 rêbendan 2023

16:43:46
1338378

Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Serokkomarê Sûrîyê hevdîtin pêk anîn

Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Serokkomarê Sûrîyê li Şamê hevdîtin pêk anîn.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr-Ebdullahîyan û Serokkomarê Sûrîyê Bişar Esed di vê hevdîtinê da ku îro li Şamê pêk hat, derbara meseleyên bi dilê her du welatan da gotûbêj kirin.

Komara Îslamî ya Îranê hevkarîyeke stiratejîk bi Sûrîyê ra heye û piştgirîya Tehranê ji dewleta qanûnî ya vî welatî di demajoya qeyrana Sûrîyê da û alîkarîya bo hikûmeta Esed di warê têkoşîna dijî komên terorîst da vê yekê piştrast dike.

Piştî têkçûna DAIŞ’ê peywendîyên di navbera Îran û Sûrîyê da berfire û pirrcûr bûne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro piştî bidawîhatina seredana xwe ya Libnanê derbasî Şamê bû.

342/